• Tuesday, 17 February 2026
logo

Leşkerên Fransayê tên Başûrê Kurdistanê

Gulan Media January 23, 2015 Nûçe
Leşkerên Fransayê tên Başûrê Kurdistanê
Fransa wê hejmarek şêwirmendên leşkerî bişîne Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo perwerdeya leşkerî bidin Hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê.

Berdevkê artêşa Fransayê Kolonêl Gilles Caron ragihand: “Fransa wê di nava çend roj û heftiyên bê de nêzîkî 40 leşkerên xwe bişîne Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo perwerdeya leşkerî bidin hêzên Iraqê û Hêzên Pêşmerge yên ku şerê rêxistina DAIŞê dikin.”

Berdevkê artêşa Fransayê wiha got: “Emê di demeke nêzîk de nêzîkî 20 leşkerên xwe bişînin Bexdayê, lê ew hêzên me tevlî şerê rasterast yê li dijî DAIŞê nabin.”

Parlamentoya Fransayê di naverasta vê mehê de dema beşdariya Fransa di operasyonên li dijî DAIŞê de dirjêtir kir.

Niha nêzîkî 800 leşkerên fransî di nava hevpeymaniya navdewletî de hene û 15 balafirên şer yên Fransayê jî di operasyonên asmanî yên li dijî DAIŞê de beşdar in.

Leşkerên ku wê Fransa wan bişîne Hewlêr û Bexdayê wê tevlî zêdetirî 3 hezar leşkerên amerîkî bibin ku niha li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ne.

Rudaw
Top