• Tuesday, 17 February 2026
logo

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Gulan Media January 23, 2015 Nûçe
Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Kongreya London ku taybete bi wan welatên li gel rêxistina terorîstiya Da'îş re li şer dane, li demek da tê sazkirin ku Kurdistan li şerekî raste rast û tund daye beranber terorîstên Da'îş û rojane bi xwîna geşa Pêşmergeyên qehreman, şikestên mezin tûşî terorîstên Da'îş dike.

Piştî êrîşa terorîstên Da'îş, Pêşmerge bi xwîna xwe sedan hezar koçber û pêkhatên neteweyî û oliyan parastiye û çendîn navçeyên berfireh bi bêyî li berçavgirtina pêkhatên runiştvanên van navçeyan ji destê terorîstan rizgar kiriye.

Me çaverêya ewe dikir hemû aliyek rêz li qurbanîdana gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge bigrin û piştî beşdarbûna nûnerên Kurdistanê li vê kongreyê û kongreyên wekî van bikin. Tu gumanek li wir da tûne ku niha bandortirîn û karîgertirîn hêz ku bi awayeke raste rast û kirdarî rûbirûyê terorîzma cîhanê bûye hêza Pêşmergeyên Kurdistane.

Li vir da nerazîbûna xwe û xelkê Kurdistanê pêşkêşî rêkxerên vê kongreyê dikin û cihê dilgiraniya meye ku şehîdbûn û qurbanîdan beşa xelkê Kurdistanê bê û î'tîbara wê jî ji bo xelkekî din bê hejmartin. Xelkê Kurdistanê hêjayî eweye ku runiştinên navdewletiyên bi vî awayî de nûnerê xwe hebê ku guzarişt li rastî û bîr û nêrînên gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman bike. Giraniya vê rewşê li ser milê gelê Kurdistane û tu kes û aliyek nikarê nûnerayetiya xelkê Kurdistanê bike û dengê rastiya xelkê Kurdistanê li kor û kombûnên navdewletî de bigihîne.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.01.2015


Top