• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îran di mehekê de 15 Kurd darvekirine

Gulan Media January 22, 2015 Nûçe
Îran di mehekê de 15 Kurd darvekirine

Li gor raporta Kampaniyaya Bergirîkirin li Girtiyên Siyasî û Sivîl, bi fermana Dezgeha Dadê ya Komara Îslamî ya Îranê, di heyama meha borî de 73 welatî di girtîgehan de hatine darvekirin û di nava wan 73 kesan de, 15 kes welatiyên Kurdê Rojhilatê Kurdistanê bûn û duh Çarşemê jî 12.01.2015`an 3 kesên din hatin darevkirin.

Her li gor wê raportê û piştgirêdan bi raporta çalakvanan û navendên bergirîkirin li mavên mirovan, ew rêjeya ku hatine darvekirin ji 20–21.12.2014 heta 20.01.2015`an hatin hejmarkirin û bêguman amara rasteqîne ji wê rêjeyê bêhtire.

Di wê raportê de hatiye ku, beşekî pir ji wan girtiyên hatinî darvekirin, bi tuhmeta bikaranîn û bazirganîkirin bi maddeyên hişbir, ji aliyê Dezgeha Dada Komara Îslamiya Îranê û navendên ewlekariyê ve hatine darvekirin û beşekî jî, çalakvanên siyasî û sivîlin, lê dibin navê tawana maddeyên hişbir de têne ceza kirin.

Niha jî, bi dehan çalakvanên siyasî, sivîl û rewşenbîrî yên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê di girtîgehên Îranê de cezaya darvekirinê li serin, yan jî cezaya girtina demdirêj bo wan hatiye birîn.

Basnews
Top