• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: 200 leşên terorîstan di qada şer de mane

Gulan Media January 22, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî: 200 leşên terorîstan di qada şer de mane
Mesrûr Barzanî dibêje zêdetir ji 200 leşên terorîstan di qada şer de mane.

Duh Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî derbarê serkeftinên îro yên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstên DIŞIê de di presskonferansekî de ragehand ku îro hêzên pêşmerge li her du mihwerên Rojava û Rojhilatê Dîcleyê de derbên gelek dijwar li terorîstan dane.

Mesrûr Barzanî got: Îro hêzên pêşmerge li Rojhilat û Rojavayê Mihwera Dîcleyê de bi awayekî hevdem dest bi êrîşeke berfire bo ser terorîstên DIŞIê kirin û di encama wan êrîşan de hêzên pêşmerge karîne hijmareke zêde terorîst bikujin û herî kêm 200 leşên terorîstên kuştî jî di qadên şer de mane û ji bilî wan jî bi dehan terorîstên din birîndar bûne.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya presskonferansa han de eşkere kir ku ji bilî kuştin û birîndar kirina hijmareke zêde ji terorîstan hevdem çendîn tirimbîl, tanik û zirepuşên terorîstan jî ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine têkşikandin.

Derbarê erdnigariya ku hatiye azadkirin de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, ji bilî rizgar kirina devera Wankê bi giştî û tevahiya gundên vê deverê, hevdem rêya navbera Mûsil û Teleferê jî ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatiye rizgarkirin.

Mesrûr Barzanî got: Pêşmerge bi derfet û îmkanên xwe yên kêm şerê terorîstên DIŞIê dike û pêdiviya hêzên pêşmerge bi hevkariya leşkerî heye û me piştir jî daxwaza hevkarî bi taybetî pêdana çekên giran û pêşkeftî kiriye lêbelê heta niha weke pêwîst hevkariya hêzên pêşmerge nehatiye kirin.

Derbarê rewşa Mûsilê û rizgar kirina Mûsilê de jî Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê diyar kir ku hêzên pêşmerge bi tenê ji bo azad kirina Mûsilê operasiyon nakin û lazime operasiyona azad kirina Mûsilê bi hevbeşî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de be.

Derbarê rewşa Şengal û deverên ku li Şengalê de hatine azadkirin Barzanî got: Heta beriya du rojan beşeke zêde ji Şengal û gundên derdorê Şengalê hatibûn rizgar kirin û îro jî çend tax û gundên din yên Şengalê hatin rizgarkirin û hêzên pêşmerge bi başî ewlekariya wan deveran ku hatin azadkirin diparêzin û hevkariya xelkê deverê dikin.

Mesrûr Barzanî herwiha got: Nabe ti cêyek di destê terorîstan de bimîne û vê tevahiya axa Kurdistanê ji destê
terorîstan were azadkirin.

Di bersifa pirsekî de ku ji aliyê Rojnamewanekî ve hate pirsîn û taybet bû bi karînên êrîş kirina terorîstên DIŞIê de Mesrûr Barzanî got: Nabe em ti carî dijmênin xwe bikêm bigirin û bêjin hêza wan tuneye, lê rastî ewe ku hêz û karînên terorîstan bo êrîş kirinê nemane û her çend îmkan û çekên artêşên du welatan di destê terorîstan de bûn lê nikarin li hember hêzên pêşmerge ku xwedan çek û derfetên gelek kême xwe bigirin û li ser destê hêzên pêşmerge rastî wendahiyên gelek mezin hatine.

Mesrûr Barzanî di bersifa pirsekî de derbarê PKKê de jî got: Em ne li dijî PKKê ne û ne li dijî ti hêz anjî partiyeke Kurdîne û hewl dide xizmeta Kurd û doza gelê Kurd bike.
Top