Pêşmerge derbasî nava Wanikê bûn
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbasî nahiyeya Wanikê bûne û niha şerê wan ligel çekdarên DAIŞê di nava wê nahiyeyê de birêve diçe.
Çavkaniyeke agehdar ji nava Hêzên Pêşemrgeyên Kurdistanê ji BasNewsê re aşkere kir ku, berî bîstekê Hêzên Pêşemerge derbasî nahiyeya Wanikê ya ser bi qeza Tilkêfê ve bûn û niha di nava nahiyeyê de şerê çekdarên DAIŞê dikin.
Berî niha, Fermandarekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi navê Kameran Desko ji BasNewsê re ragihand bû ku, serê sibeha îro 21ê Çile, Hêzên Pêşmerge êrîşek ji rojava û rojhilatê Bendava Mûsilê ber bi nahiyeya Wanikê ve destpêkirin ji bo azadkirina wê navçeyê.
Çavkaniya BasNewsê diyar kir jî ku, tevaya wan gundên ji Bendava Mûsilê heta nahiyeya Wanikê ji aliyê Hêzên Pêşemerge ve hatine kontrolkirin, çekdarên DAIŞê jî direvin.”
Basnews
