Barzanî fermanek nû ji bo Pêşmerge derdike
Fermandeyekî Pêşmerge li eniya Zumarê aşker kir ku, bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di dema kontrolkirina her navçeyekê, çênabe Pêşmerge biçin nava gund û nahiye û qezayan.
Fermandeyê fewca 2 a ser bi Wezareta Pêşmerge ve neqîb Telal Zengene ji BasNewsê re got: “Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, çênabe ti Hêzeke Pêşmerge di dema êrîşan de bo azadkirina her eniyeke şer, biçin nava gund, bajarok û avahiyan.”
Neqîb Zengene got jî: “Armanca Barzanî ji vê biryarê ewe ku, Pêşmerge êdî bi sedema bombeyên ku ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê ve hatine çandin neyên şehîdkirin, çûnkî çekdarên DAIŞ`ê xaniyan bombe dikin daku bi Pêşmergeyan de biteqin.”
Zengene got jî: “Ev biryar piştî wê yekê tê ku, di heyama şerê Pêşmerge û DAIŞ`ê de piraniya Pêşmergeyan bi bombeyên çandî şehîdbûne, lewma çênabe Pêşmerge biçe nava ti gund, qeza û nehiyekê ku nû rizgarkirine, heta Yekeya Endezyariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wê navçeyê ji bombe û teqemeniyan paqij bike.”
Basnews
