• Tuesday, 17 February 2026
logo

Operasyona azadkirina Wanikê destpêkir

Gulan Media January 21, 2015 Nûçe
Operasyona azadkirina Wanikê destpêkir

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji rojava û rojhilatê Bendava Mûsilê êrîşek li dijî çekdarên DAIŞê bo sînorên nahiyeya Wanikê destpêkirin, heta niha hejmarek gund hatine azadkirin.

Fermandarekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi navê Kameran Desko ji BasNewsê re ragihand ku, serê sibeha îro 21ê Çile, Hêzên Pêşmerge êrîşek ji rojava û rojhilatê Bendava Mûsilê ber bi nahiyeya Wanikê ve destpêkirin û heta niha Pêşmerge pêşdeçûneke berçav bidest xistine.

Kameran Desko da zanîn ku firokeyên hevpeymanan alîkariya Hêzên Pêşmerge di êrîşa Wanikê de dikin û diyar kir ku, her 4 gundên Til Xizir,Cemrud, Kerec û Sîhiye hatina azadkirin û hejmarek gundên din jî di bin dorpêça Pêşmergeyan de ne.

Wî feramndarê Pêşmerge aşkere kir ku, hejmarek ji laşên çekdarên di bin destê Pêşmerge de ne û çekdar ber bi Mûsilê ve direvin.

Li gor pêşbîniyên wî feramndarî, di demek nêzîk de wê nahiyeya Wanikê bi temamî were azadkirin, niha jî Hêzên Pêşmerge li ser kaşên Wanikê ne.

Hevdem çavkaniyekê ji eniya şer ji BasNewsê re aşkere kir ku, çekdarên DAIŞê xwestin bi rêya otombîleke bombekirî êrîşî ser Pêşmergeyan bikin, lê Hêzên Pêşemrge karîn wê otombîlê biteqînin berî ku nêzîkî pêgehên wan bibe.

Basnews
Top