Pêşmerge li Kobanê yekemîn şehîdê xwe da
Berdevkê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ew yek piştrast kir û ragihand, ku pêşmergeyeke ser bi hêza piştevaniya yek a wezareta pêşmerge li Kobanê bi destê qernasê DAIŞê şehîd bûye.
Li gor zanyariyan, navê ewî pêşmerheyê han, Zêrevan Ekrem Ebdulmecîd Mizûrî ye û xelkê devera Barzan a li başûrê Kurdistanê ye û li gel karwana sêyem a 150 kesî ya hêza Pêşmerge ve bo piştevnaiya şervanên Kurd û bo şerê li dijî DAIŞê çûbûye bajarê Kobanê ya li Rojavayê Kurdistanê.
Ji destpêka çûna pêşmerge bo Kobanê, ev yekemîn pêşmerge ye ku li Kobanî şehîd dibe.
Roja 15 evê mehê, sêyemîn karwana hêza Pêşmerge bi mebesta piştevaniya şervanên Kurd di şerê li dijî DAIŞê de derbasî Kobanê bibû. Karwana duyem a hêza pêşmerge roja 17 evê heyvê piştî derbasbûna 46 rojan, ji Kobanê ve vegeriya Başûrê Kurdistanê.
