Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya kir
Di hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn silavên Vladimir Putin Serokê Rûsya û Wezîrê Derve û Karbidestên Hikûmeta welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û ji bilî wê balkişand li ser dostayiyetiya dîrokî ya gelê Kurd û gelê Rûsya behs li rola Mela Mistefa Barzanî serkirdeyê nemirê tevgera rizgarîxwaza Kurd ya li dirustkirina wê dostayetiyê kir. Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsya tekez li ser palpiştiya welatê xwe ji bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan kir û eve jî xisterû ku rûbirûbûna terorê pêwîstî bi hevkarî û yekhelwestiya hemû aliyek heye. Her wiha eve jî dûpatkir ku ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her dû aliyan li warê aborî û kerta neft da bingehekî guncaw li holê daye.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasiya Serok û Hikûmeta Rûsya jî kir û hatina wê şandê wekî handerekî baş zanî ji bo berfirehkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Rûsya û li gotarek da çawayiya serhildan û sedemên geşbûna terorîstên Da'îş li rojavayê Iraqê ji bo şanda mîhvan şîrove kir. Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku terorîst ji bo wê yekê êrîşa Kurdistanê kirin ji ber ku Kurdistan astengekî mezin bû li ber bi cîhbûna plana terorîstan û berfirehbûna wan ya li navçeyê da û eve jî dûpatkir ku teror tehdîdeke ciddiye li ser hemû aliyek û pêwîste ji bo ji navbirina terorîstan îradeyekî bi hêz ya dewlî û hevkariya hemû welatan hebê. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku ji bo serkeftina li şerê terorê da ne tenê rûbirûbûna serbazî pêwîste li ruyê fikrî û aborî jî şer li gel wan da bê kirin û rê li hatin û çûna bê girtin. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de eve jî xisterû ku her aliyek bixwaze terorê wekî kartekî siyasî li milmilaneyan da bi karbîne li encamê de ew bi xwe ziyanê dibîne û bi vê agirê dê bişewite.
Her li vê kombûnê da rewşa siyasiya navçeyê û Sûriye û her wiha peywendiyên siyasî û aboriyên Rûsya û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.
