• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li nûnerê serokê Rusiyayê dike

Gulan Media January 21, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li nûnerê serokê Rusiyayê dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duh roja 20.01.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mîxayêl Bogdanov nûnerê taybetiyê serokê Rusiyyaê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê û şandeya pê re ku ji hijmareke diplomatkar û bazirganan pêkhatibû, kir .

Nûnerê taybetiyê serokê Rusiyayê got ku, ji bona ku ew ji nêzîk haydarî rewş û pêşhatên Îraq û herêma Kurdistanê bibin û çewaniya berbipêşvebirina karên hevbeş û zêdetir pêşxistina têkeliyan bi Hewlêrê re wan ev serdan bo herêma Kurdistanê kiriye. Bogdanov got ku, têkeliyên Kurdistan û Rusiyayê peywendiyên kevin in û ji naversta sedsala borî li wê dema mela Mistefa Barzanî û hevalên xwe li Rusiya mabûn.

Şerê dijî DAÎŞê û serkeftinên berdewamên pêşmerge û giringî û tesîra hevpeymaniya navdewletiya dijî terorê û metirsiya terorê bo ser hemû cîhanê çend mijarên din yên civînê bûn û di vê çarçoveyê de tekîd li ser giringiya hevahengî û lihevguhertina zaniyariyên îstîxbaratî di navbera saziyên peywendîdarênÎraq, herêma Kurdistan û Rusiyayê ji bona berhingarbûna terorîstan kir. Şandeya mêvan pişgiriya Rusiyayê bo herêma Kurdistanê tekîd kir.

Behsa wan hevkariyên mirovî yên Rusiya pêşkeşî herêma Kurdistanê, ji bo koçber û penaberan, dike hat kirin û ji bona wan alîkariyan serokwezîrê Kurdistanê sipasiya Rusiyayê kir.

Di civînê de behsa kar û çalakiyên kompaniyên rusî yên li herêma Kurdistan û bi taybetî ew kompaniyên di warê enejî û çavkaniyên xwezayî de kar dikin, hat kirin û serokwezîrê Kurdistanê tekîd kir ku, herêma Kurdistanê bi çavekî giring li têkeliyên bi Rusiyayê re dinêre û kompaniyên rusî dikarin di hemû waran li herêma Kurdistanê de sermayerazandinê bikin. Herêma Kurdistanê jî dikare di gelek waran de sud ji tecrûbe û pisporiya Rusiyayê werbigire.

Rewşa deverê bi giştî û rewşa Suriyeyê bi taybetî hatin gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî gotku, pirsa Suriyê bi rêya şer çareser nabe û divê bi rêya diyalogê çareseriyeke siyasî jê re bê dîtin.

Kar û çalakiyên konsulxaneya Rusiyaytê li herêma Kurdistanê, têkeliyên herêma Kurdistanê bi dewletên cîran re mijarên din yên civînê bûn û şandeya rusî kêfxweşiya xwe li hember rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir.


Top