Rewşa dawî li Hesekê: Xelkê sivîl jî çek hildane
Derbarê nûtirîn rewşa bajarê Hesekê, çavkaniyeke taybet ji nav bajêr ji Rûdawê re ragihand ku hejmareke mezin ji milîsên çekdar ên Sûriyê bi ”Mûqeneîn” ango “serûçav nixumandî” tên naskirin, li taxa Ezîziyê belav bûne.
Çavkaniyê da zanîn ku tirseke mezin li Hesekê heye ku şer bibe şerê kurd û ereban.
Çavkaniyê her wiha got, ji bo rawestandina li hember van çekdarên serûçav nixumandî, ne tenê hêzên YPGê, lê xelkê bajarê Hesekê jî ji bo berevaniya li malên xwe, çek hildane.
Ji aliyekî din ve, çalakvanekî Kurd ji nava bajarê Heseke ji Rûdawê re eşkere kir ku şer û pevçûn di navbera şervanên YPGê û çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyê ve li cadeya sereke ya dêra aşûriyan derketiye.
Çalakvanê ku nexwest navî wî eşkere bibe, da zanîn ku aliyê başûrê cadeya dêrê di destê milîsên rêjîmê de ye û aliyê bakur jî di destê hêzên kurdî de ye.
Rudaw
