• Tuesday, 17 February 2026
logo

Obama daxwaza bikaranîna hêzên bejayî kir

Gulan Media January 21, 2015 Nûçe
Obama daxwaza bikaranîna hêzên bejayî kir
Serokê Amerîkayê Barack Obama soz da ku Amerîka û hevpeymanên wê dê di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de biserkevin. Herwiha xwest ku Kongreyê rê bide hêzên bejayî jî di wî şerî de bên bikaranîn.

Barack Obama di gotara xwe ya Yekîtiya Niştimanî ya salan de li Kongreyê ragihand: “Amerîka û hevpeymanên wê pêşveçûnên çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê rawestandine. Ez soz didim ku emê di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de biserkevin.”

Serokê Amerîkayê herwiha ji Kongreyê xwest ku rê bide ku hêzên bejayî li dijî wê rêxistinê bên bikaranîn.

Obama wiha got: “Amerîka hîn piştgiriyeke berdewam dide hêzên lîbral ên dijbereya Sûriyê bi armanca têkbirina DAIŞê.”

Serokê Amerîka car din soz da ku ewê zindana Guantanamo li Kubayê bigire.

Obama herwiha hizirên li dijî Îslamê red kir û piştgiriya xwe ji bo hemû qurbaniyên terorê ji dibistana Pakistanê bigre heta kolanên Parîsê.

Rudaw
Top