• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li sefîrê Latviyayê dike

Gulan Media January 21, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li sefîrê Latviyayê dike
Li bajarê Hewlêrê, duh roja 20.01.2015ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Natîs Siyantis sefîrê Latviyayê yê Îraqê û şandeya pê re kir.

Di dîdarekê de, serokwezîrê Kurdistanê, bi minasibeta wergirtina serokatiya Yekêtiya Ewropayê, pîrozbahî li Latviyayê kir û hêvîya serkeftinê jê re xwest. Herwesa serokwezîr pîrozbahî li sefîrê Lativiyayê kir û parsal li Bexdayê dest bi karê xwe kiriye û ev yekem care Latviya sefîrê xwe dinêre Îraqê.

Şerê dijî terorê û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê di cenga dijî rêxistina terorîstiya DAÎŞ de û rizgarkirina gelek deveran ji bin destê DAÎŞ hatin gotûbêj kirin û serokwezîrê Kurdistanê tekîd kir ku, ji bona jinavbirina terorîstan pêwîstiya pêşmerge bi çekê giran, cebilxane û meşiq û rahînanê û zîdetir alîkariyên serbazî heye. Ji bona baştirkirina rewşa koçber û penaberan jî herêma Kurdistanê zêdetir pêwîstî bi hevkarî û alîkariya Yekêtiya Ewropayê û civaka navdewletî heye.

Çalakiyên bazirganî, hatina şirket û kompaniyên Latviyayê bo herêma Kurdistanê, têkelî digel odeyên bazirganîyên herêma Kurdistanî û çewaniya zêdetir pêşdebirina çalakiyên bazirganî digel herêma Kurdistanê çend mijarên din yên dîdarê bûn.



Top