Diyarbekirî ji bo Cizîrê meşiyan
Bi pêşengiya rêxistina DBP’ê ya Diyarbekir bi dehan hezar kes li ber avahiya DBP’ê ji bo komkujiyên Cizîrê gotin “raweste” hatine gel hev. Girseya bi pankartê weke “Gelê Botanê ne bi tenê ye”, “Em ê ji kujerê zarokan hesab pirs bikin” heya ber avahiya KCD’ê meşiyan. Piştî meşê hevserokên DBPê Hafîze Îpek û Alî Şîmşek axivîn. Di axaftina destpêkê de Hafîze da zanîn ku li ser Cizîrê lîstikn tên lîstin.
Îpek diyar kir ku zarokên Cizîrê li ber çavan tên qetilkirin û heta niha 5 zarok di destê polîsên dewleta tirk hatina qetilkirin û wiha got: “Kesên bi vicdan wan tiştan qebul nakin em jî qebul nakin. Tiştên herî balkêş roja ku peyamê Serokê PKKê Abdullah Ocalan li Cizîrê hat xwendin zarokê bi navê Nihat Kazanhan ku 12 salî ye hat qetilkirin. Gulê ku di laşê Karahande derket ev hat dîtîin ku bi destê dewletê pêk hatiye. Tê xwestin ku pêvajoyê têk bibin.”
Îpek destnîşan kir ku berpirsiyarê komkujiyên Cizîrê dewlet bi xwe ye û pê de çû: “Di Cizîrê de qetilkirina zarokan, êrişên li ser gel, zilmî û wesayitên bi zirx ê ku bê plake ne hemî di heman dema mudurê ewlehiyê de pêk hatiye. Pêwiste ku ev kesên kujer bên darizandin û hesap bên pirsîn.”
Îpek bûyêrên kul i Cizîrê derket holê şermezar kir û da zanîn ku gel ji bo wan provakasonan bertekên xwe nîşan bidin.
Piştî Hevseroka DBPê Hafîze Îpek, Hevserokê DBPê Alî Şîmşek jî destnîşan kir ku di wan rojên dawî de li ser Cizîrê destê qirêj hene û wiha got: “Zarokên kurd tên qetilkirin. Hukumeta AKPê bi xwîn û çavsoriyê têr nabe. Lê bila baş bê zanîn ku gelê kurd bi rêxsitine û demek nêzîkte ê gelê kurd serkeftina xwe bi dest bixe. Em destur nadin ku pêşaroja gelê kurd tarî bibe.”
Basnews
