• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kanada: Hêzên me li Iraqê rûbirûyê DAIŞê bûn

Gulan Media January 20, 2015 Nûçe
Kanada: Hêzên me li Iraqê rûbirûyê DAIŞê bûn

Feramndarê Operasyonên Taybet ên Kanada ragihand ku, hêzên kanadî rasrtî êrîşeke çekdarên DAIŞê hatin, lê wan hêzan bersiva wê êrîşê dan û ti qurbanî di nava hêzên kanadî de ji encama êrîşê neketin.

Fermandarê Operasyonên Yabet ên Kanada Michael Rolju ragihand ku, di hefteya borî de li Başûrê Kurdistanê û di dema amadekirina palneke leşkerî de, çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser hêzên kanadî, lê wê hêzê bi tundî bersiva êrîşê dan û ti ziyanên mirovî jî di nava hêzên kanadî de nektin.

Michael Rolju diyar kir ku, êrîş bi guleyên Hawen û çekên giran hatibû encamdan “Lê ligel hêzên iraqî bersiva êrîşê hat dayîn û cihê avêtina wan topban hat jinavbirin.”

Navborî diyar kir ku, ev yekemîn care e ku rûbirûbûneke rasterast di navbera hêzên kanadî û çekdarên DAIŞê de derikeve û got jî ku, bersivdana wab ji bo bergirîkirinê bû.

Basnews
Top