Her sal ji ber nexweşiyan bi milyonan mirov dimirin
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî di raporeke de diyar kir ku, her sal ji ber nexweşiyên weke şekir, krîza dil, û pençeşêrê ku weke nexweşiyên dema modern têne binavkirin, hejmara mirina mirovan zêdetir dibe.
Ji sedî 40 ji van mirovan, bi sedema van nexweşiyan beriya 70 saliya xwe cane xwe ji dest didin û herwiha ev nexweşî li welatên pêşketî zêdetir in.
Li gora daneyan rêxistinê, her sal 16 milyon kes ji ber krîza dil, şekir (dîabet) û pençeşêrê beriya 70 saliya xwe dimrin. Di sala 2000î de ev hejmar bibû 14,6 mîlyon.
Li gora rêkxistina tendurustiyê ya cîhanî, ji ber kişandina cixareyê her sal 6 mîlyon kes ji ber vexwarina alkolê jî 3 milyon û 300 kes di temenê xwe yê ciwan de dimrin.
Di heman raporê de hat eşkere kirin ku, mirina di temenê ciwan de, herî zêde li welatên weke Rûsya, Efxanistan, Moxolistan, Hindistan, Koreya Bakur û Filîpîn tê dîtin.
Li gora pisporan, ji ber van nexweşiyan heta sala 2025an dê aboriya cîhanê nêzîkî 7 trîlyon dolar winda bike.
Rudaw
