• Tuesday, 17 February 2026
logo

Welatiyên Ezidî li dijî kantonan xwepîşandan kirin

Gulan Media January 20, 2015 Nûçe
Welatiyên Ezidî li dijî kantonan xwepîşandan kirin

Li Dihukê welatiyên Ezidî li dijî çê kirina kantona Şengalê xwepîşandan kirin.

Di çarçoveya çalakiyên Kurdistaniyan bi taybetî Kurdên Ezidî yên li dijî çê kirina kantonan duh li Dihukê welatiyên Ezidî xwepîşandaneke girseyî organîze kirin.

Welatiyên xwepîşander nerezatiya xwe ya li hember çê kirina kantona Şengal diyar kirin û eşkere kirin ku ew piştgîriya Serok Barzanî dikin û bi tevahî pêşmergeyên Kurdistanê ne û dixwazin deverên wan wegerin ser Kurdistanê û ji Kurdistanê neyên cudakirin.

Top