Her du baskên PDKê li Rojhilat hevdigrin
Her du baskên Partiya Demokrata Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê biryara yekgirtinê didin, niha jî zemîne tê xweşkirin ji bo civîna her du polîtbîroyan.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê–Îranê Heme Salih Qadirî ji BasNewsê re aşkere kir ku, her du komîteyên Partiya Demokrat di civînên berdewam de ne, biryare poîtbîroya her du aliyan jî bi amade bûna her du sekreteran bicivin.
Heme Salih Qadirî da zanîn ku “Guvaşa xelkê û têgehiştina her du aliyan ji qonaxa niha re, zemîneya yekgirtina her du aliyan nêzîk kiriye. Yekgirtin di qonaxa niha de ne tenê pêwîste lê bûye erk bo her du aliyan û divê ew pirs bigihe encamê.”
Navborî tekez kir ku, wan biryara yekgirtinê daye û bi hewlên her du aliyan di demek nêzîk de wê ew yekgirtin çêbibe.
Ji aliyê xwe ve, Endamê Serkirdatiya Partiya demokrata Kurdistanê Mewlud Sware ji BasNewsê re tekez kir ku, civîn û danûstandin di navbera her du aliyan de berdewamin lê heta niha rêkeftin li ser ti pirsekê pêk nehatiye.
Basnews
