• Tuesday, 17 February 2026
logo

Artêşa Sûriyê taxên Kurdî li Hesekê daye ber topan

Gulan Media January 19, 2015 Nûçe
Artêşa Sûriyê taxên Kurdî li Hesekê daye ber topan
Hêzên Artêşa Sûriyê taxa Salhiyê ya kurdan li Hesekê bi giranî topbaran dikin û heta niha 8 sivîlên Kurd di encama topbaran de şehîd bûne.


Li gor nûçeya malpera Rudawê ji jêderekê nava bajarê Hesekê, hêzên rêjîma Sûriyê duh yekşembe ji sibehê de taxa Salhiyê ya Kurdan li Hesekê bi giranî topbaran dikin.

Bi gotina wê çavkaniyê, Heta niha di encama topbaranê de 8 sivîlên kurd hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.

Çavkaniyê diyar kir ku, Ji ber topbaranê, xelkê Salhiyê malên xwe bi cî dihêlin û berê xwe didin taxên din ên bajêr.

Heta niha jî topbarankirina wê taxa kurdan li Hesekê berdewam dike.

Ev topbaran di demekê de ye ku duh şer û pevçûn giran di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên rêjîmê de li bajarê Hesekê derketibû ku YPGê dibêje wan çend avahiyên polîs û hikûmetê ji destê hêzên rêjîmê derxistine.

Herwiha pêr roja şembiyê jî YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku, hêzên wan li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bargeheke hêzên rêjîma Sûriyê girtin û 30 leşker jî bi dîl girtin.
Top