Derwîş: Civînên ENKS û TEV-DEMê êdî bûne pêkenok
Nakokiyên ENKSê berfireh dibin û piştî dûrxistina 3 partiyan ji Encumenê û betalkirina endamtiya nûnerên wan di Lêvegera Siyasî de, Partiya Demokratk a Pêşverû tevlî şanda ENKSê ya ku ji roja 18ê vê mehê ve li Hewlêrê ye, nebûye.
Derbarê beşdarnebûna partiya xwe de, Sekreterê Partiya Pêşverû, Ebdulhemîd Derwîş ji Rûdawê re ragihand: “Partiya me di civîna ENKS û TEV-DEMê de beşdar nebû û dê beşdar jî nebe, ji ber ku ev civîn êdî bûne pêkenok.”
Sekreterê Pêşverû da zanîn ku, “Partiya me van civînan baykot dike ji ber ku civînên berê rastî şikestinê hatine û negihîştine ti encamên baş û tenê li ser kaxezê mane.”
Ebdulhemîd Derwîş berpirsyariya çênebûna lihevkirinekê û şêweyekî hevbeş ji bo rêvebirina Rojavayê Kurdistanê xiste stûyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û TEV-DEMê û got: “PYDê jiyana siyasî li Rojava pawan kiriye û qebûl nake ti alî pê re bibin şirîk.”
Li gor agahiyên Rûdawê, niha jî civînên aliyên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê berdewam dikin, da ku nakokiyên di navbera xwe de bidawî bînin.
Cara dawî roja 22ê Cotmeha sala borî, ENKS û TEV–DEMê li Başûrê Kurdistanê, Rêkeftina Dihokê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îmze kirin. Biryar bû xalên wê rêkeftinê di heyama du mehan de hatibana cîbicîkirin, lê heta niha ew yek pêk nehatiye.
Rudaw
