• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tevgera Goran: Şingal ji Herêma Kurdistanê nayê veqetandin

Gulan Media January 19, 2015 Nûçe
Tevgera Goran: Şingal ji Herêma Kurdistanê nayê veqetandin
Fraksiyona Tevgera Goranê li Parlamentoya Kurdistanê, Şingal wek beşek ji Herêma Kurdistanê binav kir. Herwiha Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê jî daxwaz dike ku ti aliyek destêwerdanê di nav karên beşên din ên Kurdistanê de neke.


Roja 14ê vê mehê, li ser çiyayê Şingalê di civînekê de ku komek rayedarên PKKê jî tê de beşdar bibûn, encumena bi navê “Encumena Êzîdiyên Şingalê” hat avakirin. Ew encumen wek gavekê ji bo avakirina Kantona Şingalê tê nirxandin.

Derbarê wan hewlên PKKê de, Serokê Fraksiyona Tevgera Goranê li Parlamentoya Kurdistanê Rabûn Merûf di hevpeyvînekê de ji kanala televiziyoniya Rûdawê re ragihandiye: “Em li pêşiya bûyeran nakevin, ji ber ku heta niha jî PKKê bi fermî belav nekiriye ku ewê Şingalê bike kanton.”

Rabûn Merûf di evê hevpeyvînê de herwiha gotiye: “Em wek Tevgera Goranê, Şingalê wek beşek ji Herêma Kurdistanê dibînin û jê nayê veqetandin. Em rêz ji sînorên navdewletî re digrin û her demekê ku ev sînor li Rojhilata Navîn guhertin bi ser wan de werin, divê bi rêkeftin û ji hev fêmkirin be di navbera hêz û aliyên siyasî û civaka navdewletî de. Em bi tenê nikarin nexşeya sînoran biguherin.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Rizgar Xefûr jî di bareya hewlên PKKê de bo avakirina Kantona Şingalê ji Rudawê re gotiye: “Em di wê baweriyê de ne ku kurd xwedî yek netewe ne û yek ax jî, lê rastiyek li Herêma Kurdistanê heye ku pêwîst e her kes wê rastiyê liber çavê xwe bigire û nabe ti aliyek destêwerdanê di nav karên beşên din ên Kurdistanê de bike.”
Top