• Tuesday, 17 February 2026
logo

Miştenûr rizgar bû

Gulan Media January 19, 2015 Nûçe
Miştenûr rizgar bû
Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Kobanî ragihand ku, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge Kaşê Miştenûrê kontrol kirin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge Emîd Muslih Zêbarî ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din, Hêzên Pêşmerge û balafirên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeperên DAIŞê li Miştenûrê dan.”

Zêbarî wiha domand: “Şervanên YPGê jî li ser erdê pêşve çûn û niha Kaşê Miştenûrê di destê hêzên kurdî de ye.”

Wî fermandarê pêşmerge ragihand: “Kontrolkirina Kaşê Miştenûrê tenê seatekê dirêj kir û çekdarên DAIŞê ziyanek mezin dîtin, lê heta niha hejmara ziyanên wan nehatiye xuyakirin.”

Derbarê ziyana hêzên kurdî jî, Muslih Zêbarî wiha got: “Şervanên YPGê û Hêzên Pêşmerge ti ziyanên canî nedîtine.”

Rudaw
Top