• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokatiya civata wezîran piştgîriya wezîrê darayî dike

Gulan Media January 19, 2015 Nûçe
Serokatiya civata wezîran piştgîriya wezîrê darayî dike

Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê piştgîriya wezîrê darayî û bernameya reformên vî dikin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî beşdariya civîna wezareta darayî û abûriya hikûmeta Kurdistanê kirin û di civînê de behsa bernameya wezîrê darayî û abûrî Rêbaz Hemlan hate kirin û her yek ji Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr piştgîriya xwe bo bernameya reform û yekxistina karûbarên wezaretê diyar kirin.

Di destpêkê de wezîrê darayî Rêbaz Hemlan peyvek pêşkêş kir û ragehand ku serdana Serokwezîr bo wezareta darayî handereke bihêze bo wan daku li ser pêkanîna reforman di nava karûbarên wezaretê de biîsrar bin.

Her di civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê jî peyvek pêşkêş kir û piştgîriya xwe bo wezîrê darayî û abûrî diyar kir û prosesa reforman jî yaku di wezaretê de hatiye destpêkirin bi proseseke girîng wesif kir û got: Wezareta darayî û abûrî yek ji wezaretên girîng yên hikûmeta Kurdistanê ye û dema ku kêşe anjî arîşeyek cê bibe tevahiya hikûmet, civata wezîran û Serokwezîr jî li hember kêşeya han û çareser kirina heman kêşeyê berpirsiyarin.

Nêçîrvan Barzanî derbarê pêk anîna reforman de jî got: Nikarin wisa bihizrin ku bi tenê wezîrek dikare di nava 6 mehan de her tişt çareser bike lê em bawerin ku ew pêngawên wezîrê darayî meşandine gelek girîng û rastin lewre em bi tavahiya hêza xwe ve piştgîriya wan pêngawan dikin.
Top