Derbarê Salih Mislim de daxwazek ji Kerry tê kirin
Endamekî Kongress a Amerîka di nameyekê de ku arasteyî Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry kiriye, daxwaz dike ku vîze bi Hevserokê PYDê Salih Mislim bê dayîn da beşdarî di konferansekî de bike, ku dawiya vê mehê li wî welatî li dardikeve.
Di Cotmeha sala 2013an de, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim daxwaza vîze ya Amerîka kiribû, da ku beşdarî konferansekî bibe lê wê demê desthilatdarên Amerîka vîze nedan Mislim.
Chris Van Hollen û Marsha Blackburn, ku du endamên Kongress a Amerîka ne û hevserokên Komîteya Parlementoya Kurdî–Amerîkî ne, di wê baweiryê de ne ku PYDê dikare bibe beşek ji şerê li dijî DAIŞê.
Wan her du kesayetiyan nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry re şandine û tê de nivîsîne: “Di demekê de ku Hikûmeta Amerîka berdewame li ser operasyonên xwe ji bo bêhêzkirin û ji nav birina DAIŞê, em dibînin ku PYDê wek hêzekê ku li ser axa Sûriyê hebûna wê heye, bibe fakterekî gelekî bibandor, da Amerîka bigihe armanca xwe.”
Her du endamên Kongressê daxwaz ji Kerry kirine ku alîkar be ji bo dayîna vîze ya wî welatî bi Salih Mislim da serdana Washingtonê bike û beşdarî konferansê endamên komeleyên nehikûmî yê siyaseta derve ya Amerîka û bogtûbêjkirina rêyên şikandina DAIŞê û pêkanîna Sûriyayek demokrat.
Basnews
