• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tuncel: Dewlet çima kiryarderên Cizîrê eşkere nake…

Gulan Media January 18, 2015 Nûçe
Tuncel: Dewlet çima kiryarderên Cizîrê eşkere nake…
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got ku Hikûmeta Tirkiyeyê dibêje ewên ku li pişt bûyerên Cizîrê bûn, tîmeke di nava dewletê de ne, yan jî dewleta peralel e.

Sebahat Tuncel ji çapemeniyê re ragihand ku Hikûmeta Tirkiyeyê dibêje ewên ku li pişt bûyerên Cizîrê, tîmeke di nava dewletê de, yan jî dewleta peralel e û wiha got: “Heger dewlet dizane yên ku li Cizîrê tevlîheviyê çêdikin dewleta paralel e, wê demê çima dewlet kesên wiha eşkere nake, ma qey dewleta paralel fermanê dide wan.”

Tuncel anî ziman ku, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçin Akdogan dibêje, li cizîrê provakasyonek li dijî pêvajoya aştiyê rû dide û wiha domand: “Baş e çima dewlet dest navêjê pisgirêke û wê provakasyonê eşkere nake.”

Perlementera Stenbolê Tuncel li ser bûyerên li Cizîrê jî got ku dewlet dike û paşê jî xwe vedişêre.

Li aliyekî din Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasîp Kaplan duhî pêşniyara çêkirina komîteyeke derxistina rastiyê li Cizîrê li Parlamentoya Tirkiyê kir, ku ew komîte biçe herêmê û rastiyê derxîne holê.

Rudaw
Top