Otombîleke bombekirî di nava DAIŞê de teqiya
Di dema bombekirina otmbîlekê de ji aliyê çekdarên rêxitsina DAIŞê li bajarê Bab ê ser bi Helebê ve, otombîl bi çekdarên wê rêxistinê de teqiya û hejmareke zêde ji wan hatin kuştin.
Çavkaniyeke taybet ji bajarê Bab (110 K.M li başûrê Kobanê) taybet ji BasNewsê re ragihand ku, çekdarên DAIŞê otombîlek bombe dikirin da ku kiryareke xwekujî li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê pêk bînin, lê berî ku bombekirina otombîlê bidawî were, otombîl teqiya û ziyaneke madî ya mezin gihande baregeheke çekdaran û hejmareke zêde jî ji çekdaran hatin kuştin.
Di van demên dawiyê de, ji ber ku di şiyana çekdarên DAIŞê de nemaye ku êrîş û rûbirûbûnên rasterast pêk bînin, çekdaran berê xwe dane bombekirina otmbîlan û teqandina wan li navçeyîn di bin kontrola hêzên Kurdî de li Kobanê.
Basnews
