• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li sefîrê Vatîkanê dike

Gulan Media January 18, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li sefîrê Vatîkanê dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, Duh roja yekşemiyê 18.01.2014ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Corciyo Lîngo sefîrê Vatîkan yê Îraqê û şandeye pê re kir û di civînekê de sefîrê Vatîkan got ku, Vatîkan gelek ji nêzîk û bi giringî ve rewşa herêma Kurdistan û Îraqê dişopîne û bi navê Vatîkanê sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberan, û bi taybetî pêşwazî li koçberên mesîhî kiriye, hewandine û aramî û pêdawîstî bo dabînkirine, kir.

Sefîrê Vatîkanê ew pêdawîstiyên hikûmeta herêma Kurdistanê di warê perwerde, saxlemî û warên din yên xizmetgozarî de pêşkeşî koçberam kirine bilind nirxandin û tekîd li ser wê yekê kir ku di vê qonaxê de giringe koçberên mesîhî li herêma Kurdistanî bimînin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê tekîd li ser siyaset û helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê û pabendbûna gel û hikûmeta herêma Kurdistanê bi pirensîpên pêkvejiyan, kultura lêbihurînê û pêşkeşkirina hevkarî û alîkariyan ji bo timama koçber û penaberan, bê cudahî, bi taybetî di vê qonaxa dijwar de ku herêma Kurdistanê rûbirûyê hovtirîn rêxistina terorî dibe, kir.

Serokwezîr got ku, li herêma Kurdistanê peyama aşitî, pêkvejiyan û lêbihurînê tê peyrew kirin û ew bi hêviya wê rojê ne ku koçber û penaber bo ser mal û milkên xwe vegerin. Dawxwazê ji koçber û penaberan dike ku xweragirin heta ku ev qonaxa demkî derbas dibe û bi aramî bo ser cîyêln xwe vegerin. Serokwezîr silavên xwe ji Papayê Vatîkanê re şandin.

Sefîrê Vatîkanê sipasiya serokwezîrê Kurdistanê kir kum beşdarî di merasima cejina jidayîkbûna hezretê Mesîh de kir û gotarek pêşkeş kir ku ew gotar bo sedama kûrkirina giyanê pêkvejiyan, aşitî û wekhevîyê.


Top