• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parlementoya Kurdistanê li dijî damezrandina kantona Şengalê ye

Gulan Media January 18, 2015 Nûçe
Parlementoya Kurdistanê li dijî damezrandina kantona Şengalê ye

Parlementoya Kurdistanê bi tundî daxuyaniyên KCKê li dor damezrandina kantona Şengalê red dike.

Duh Serokatiya Parlementoya Kurdistanê derbarê daxuyaniyên KCKê de yên li dor damezrandina kantonekî li devera Şengalê, ragehand ku siyasetên bi vê rengî nayên qebûlkirin û em weke Parlementoya Kurdistanê daxuyanî û nêrînên bi vê rengî red dikin.

Serokatiya Parlementoya Kurdistanê di beşeke din ji daxuyaniya han de eşkere kiriye ku daxuyaniyên bi vê rengî metirsiyeke gelek mezinin li ser yek parçeyiya Kurdistanê û yek rêziya gelê Kurd û pêngawên bi vê rengî Kurdistan bo serdema şerê navxweyî vedigerînin.
Top