Baba Şêx: Ragihadina kantona Şingalê drustbûna DAIŞek nû ye
Serokê Encûmena Rûhanî ya Êzdî ragihand ku, bi hemû awayekî ew ne ligel damezrandina kantona Şingalê ne û karekî bi wî awayî dibe sedema drustbûna hêzeke din wek DAIŞê.
Serokê Encûmena Rûhanî ya Kurdên Êzdî Baba Şêx di daxuyaniyeke taybet de bo BasNewsê ragihand ku “Em wek Encûmena Rûhî ya Êzdiyan ti demekê ne ligel hebûna kantonekê li Şingalê bûn û berî niha jî me helwesta xwe bi fermî derbarê hêzeke din ji bilî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan daye.”
Baba Şêx amaje kir ku, pêwîste hemû aliyek rêz li wan êş û serpêhatiyan bigire, ku Kurdên Êzdî jê dinalênin û hewla wê yekê neyê dayîn ku paşeroja Êzdiyan bikeve metirsiyê de.”
Ji aliyê xwe ve, Nûnera Kurdên Êzdî li Parlementoya Iraqê Viyan Dexîl ji BasNewsê re ragihand ku “Mixabin, di demekê de ku hemû duniya bi serpêhatiya Êzdiyan dilteng bûye û di hewla bi jenosîd nasandina wê ne, hinek aliyên Kurdî hewla dijwarkirina birîna êzdiyan didin.”
Viyan Dexîl da zanîn ku, ew bi ti awayekî ragihandina kantonekê li Şingalê qebûl nake û ew kar bi “Sivkarî kirin bi êziyan” da zanîn û got ku ew kar jî nekêmtire ji serpêhatiya Kurdên Êzdî di dema borî de.
Nûnera Kurdên Êzdî li Parlementoya Iraqê aşkere kir jî ku, tenê Hêzên Pêşmegre bergiriyê li Kurdên Êzdî kirine û wan diparêzin û ew tenê desthilata Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Şingalê pesend dikin.
Roja Çarşema borî, 14ê Çile, li sere Çiyayê Şingalê hejmarek ji serkirdeyên PKKê û nûnerêYNK civînek pêk anîbûn, piştî bidawîhatina civînê di konferansekî rojnamevanî de “Encûmenê Kantona Şingalê” ku ji 27 endaman pêk tê, hat ragihand bûn.
Basnews
