• Tuesday, 17 February 2026
logo

Xelkê gundekî ereb li DAIŞê hatin xezebê

Gulan Media January 18, 2015 Nûçe
Xelkê gundekî ereb li DAIŞê hatin xezebê
Xelkê gundê Tîmara yê ser bi navçeya Keskê ya rojavayê Mûsilê daxwazeke çekdarên DAIŞê red dikin, lewma wan çekdaran jî li pêşiya xelkê, kesek kuşt, ku ev yek jî bû sedem ku xelkê gund li wan çekdaran bên xezebê.

Jêderekî ji Hêzên Zêrevanî li nêzîkî navçeya Keskê ji Rûdawê re ragihand: “Duhî êvarî çekdarên DAIŞê çûne nav gundê Tîmarayê, ku xelkê wî hemû erebin, û daxwaz ji zilamê wan kirine ku rajin çek û li dijî Pêşmerge şer bikin, lê xelkê wî gundî ew daxwazî red kirine.”

Heman jêder ku kesekî ji nav gund ev agahî danê, wiha domand: “Xelkê Gund ji çekdarên DAIŞê re gotine: Em amade ne parastina gundê xwe bikin, lê em tevlî we nabin. Çekdarên DAIŞê jî her yekser wî kesî dikujin.”

Wî jêderî wiha got: “Piştî daliqandina wî kesî, şer di navbera xelkê gund û wan çekdaran de derket û di encamê de 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”

Herwiha piştî wê bûyerê bi çend seatan, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li navenda leşkerî ya Keskê dan, ku di destê DAIŞê de ye.

Rudaw
Top