• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Cizîrê yekî din jî hat kuştin

Gulan Media January 18, 2015 Nûçe
Li Cizîrê yekî din jî hat kuştin
Li navçeya Cizîrê ya girêdayî parêzgeha Şirnexê welatiyê bi navê Nazim Olmez (43) di encama êrişek çekdarî de jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku li taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê, Nazim Olmez duhî şev li ber mala xwe rastî êrişek çekdarî hat. Olmez ku 4 gule li laşê wî ketibûn, ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Li nexweşxaneyê her çiqasî mudaxaleya Nazim Olmez hatibe kirin jî lê ew ji mirinê xilas nebû.

Herwiha nasnameya kes yan jî kesên tevlî êrişê bûne ne hatiye diyar kirin.

Wek tê zanîn beriya çend roja Nihat Kazanhan ku 12 salî bû jî li taxa Yafesê bi guleyan hatibû kuştin.

Rudaw
Top