• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Şingalê 3 êriş lê Pêşmerge bersiv da

Gulan Media January 17, 2015 Nûçe
Li Şingalê 3 êriş lê Pêşmerge bersiv da
Çekdarên DAIŞê li navçeya Şingalê 3 êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge hersê êrişên wan şikandin.

Jêderekî ji Hêza Balek – Fermandeya Helgurd a Hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand: “Îro ser sibehê seat 05:50 heta seat 07:00, çekdarên DAIŞê 3 êriş kirin ser Pêşmerge, lê hersê êrişên wan li ser destê Pêşmerge hatin têkbirin.”

Wî jêderî wiha got: “Di wan êrişan de, çekdarên DAIŞê gellek cûreyên çekan bikar anîn, lê rastî bersiva Hêzên Pêşmerge hatin û şerekî giran derket, ku li hinek cihan tenê 40 mitran dûrî Pêşmerge bûn.”

Li gor heman jêderî, ji ber rewşa keş û hewayê ya xerab, ziyanên DAIŞê di wan êrişan de nediyar in û Hêzên Pêşmerge ti ziyan negihîştiye wan.

Tê zanîn ku ev demeke Hêzên Pêşmerge derbasî nav Şingalê bûne û li nava bajêr şerê çekdarên DAIŞê dikin, da ku wê deverê bi yekcarî rizgar bikin.

Rudaw
Top