• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mîr Tehsîn: Kesên ku Şingalê têkdidin kirêgirtiyê dujminan in

Gulan Media January 17, 2015 Nûçe
Mîr Tehsîn: Kesên ku Şingalê têkdidin kirêgirtiyê dujminan in

Di yekemîn karvendan de li ser ragihandina “Encûmena Kantona Şingalê” ji aliyê PKKê ve, Mîrê Êzdiyan ragihand ku, ewê bitundî rûbirûyê her xwesepenadinekê li ser Kurdên Êzdî bibin.

Di peywendiyeke telefonî de, Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg ji BasNewsê re ragihand ku, ev demek bû ku hewleke bi wî awayî dihat dayîn “Min hişiyarî daye hemû aliyan ku Şingal û Êzdî ji Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî cûda nabin û her aliyek bixwaze aloziyekê li Şingalê pêk bîne, em dê bi tundî rûbirûyê wan bibin.”

Mîr Tehsîn Beg balkşiande ser ragihandina “Encûmena Kantona Şingalê” ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û got: “Ew kesên ku mijûlê wê planê ne, em wek kirêgirtiyê dujminên êzdiyan û gelê Kurdistanê li wan dinêrin û em dê mameleya dujminên rasteqîne ligel wan bikin.”

Mîrê Êzdiyan ragihand jî ku “Tenê serokê Êzdiyan Mesûd Barzanî ye û tenê ew dikare bi wergirtina nêrîna êzdiyan biryar li ser man û nemana êzdiyanm bide.”

Navborî berê xwe da ragihandina “Encûmena Kantona Şingalê” û got: “Em hêvîdarin ku berî her tiştekî ji devera Şingalê vekişin û ti carî bîi li karekî wiha tirsonek nekin û bila bihlên xelk di bin siyan Pêşmergeyan de xweşiyê bibînin.”

Roja Çarşema borî, li sere Çiyayê Şingalê hejmarek ji serkirdeyên PKKê û nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civînek pêk anîbûn, piştî bidawîhatina civînê di konferansekî rojnamevanî de “Encûmenê Kantona Şingalê” ku ji 27 endaman pêk tê, hat ragihand bûn.

Basnews
Top