1’êmîn kongreya HDPê tê li darxistin
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Diyarbekir saziyên çapemeniyê vexwendin 1’emîn Kongreya Awarte ya HDP’ê ya ku wê li Diyarbekir were li darxistin.
Civîn bi tevlîbûna endamên komîsyona amedekariyê ya kongreyê Cîgira Hevserokên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û parlementerê HDP’ê Mustafa Avci û Huseyin Dag û gelek saziyên çapemeniyê hat li darxistin.
Di civînê de Beştaş diyar kir ku pêwîstiya gelê Tirkiyê bi HDP’ê heye, êdî dem dema HDP’ê ye. Beştaş anî ziman ku ew ê wek partî tevlî hilbijartinan bibin û ji bo serkeftinê jî bi hêvî ne, ji ber ku gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’ê dide. Beştaş destnîşan kir ku ew ne li dijî dengê tu partiyan e.
Beştaş da zanîn ku di 28 kanûnê de ê 1’emîn kongreya HDP lî Diyarbekir bê lîsarxistin
Beştaş her wiha bal kişande li ser bûyerên Cizîrê jî û wiha axivî: “Li ser Cizîrê lîstik tên lîstin û destên qirêj di nav wan êrîşan de hene. Herî dawî li Cizîrê zarokek 12 salî canê xwe da.”
Hat zanîn ku HDP’ê Salehattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag tevlî kongreyê bibin û bi taybet jî wê endamên rêveberên şoreşa Rojava vexwînin kongreyê.
Basnews
