Şanda ÎHD ji bo lêkolînê diçe Cizîrê
Li gor zaniyariyan, şeva borî qereqola polîsan ya li avahiya qaymeqamiya Cizîrê rastî êrişeke bi rokêtê hat, piştî êrişê bênavber dengê teqeyan hat bihîstin.
Hat ragihandin ku rokêt li qatê sêyemîn yê avahiya qaymeqamiyê ket. Herwiha ti ziyanên wê yên canî çênebû.
Li aliyê din, tê çaverêkirin îro şandeke navenda giştî ya ÎHDê ve ji bo lêkolînê serdana navçeya Cizîrê bike.
Di nava şandê de Cîgirê Serokê ÎHDê Osman Suzen, Nûnerê ÎHDê yê Herêmê Abdulselam Inceoren, Serokê şaxê ÎHDê ya Şirnexê Emirhan Uysal û Endama Komîteya Rêveberiyê ya ÎHDê ya Amedê Gamze Yalçin cih digirin.
Biryare şanda ÎHDê li parêzgehê Şirnexê, qaymeqamê Cizîrê, saziyên civakî û welatiyan re hevdîtinan pêk bînin.
Rudaw
