Zanyariyên nû li ser birîndarbûna Qasim Silêmanî
Piştî belavbûna nûçeya birîndarbûna berpirsê hêzên Qudis a îranî, Qasim Silêmanî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ew nûçe red kir.
Li gor raporteke ajansa ÎRNA, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Sihên Ebulehiyan ragihandiye ku “Qasim Silêmanî birîndar nebûye û rewşa wî ya tendirustî temam e.”
Nûçeya birîndarbûna Qasim Silêmanî li bajarê Samiraa yê iraqî ji encama êrîşeke xwekujî ya DAIŞê, ji aliyê malpera Alegemeiner ve li ser zarê çavkaniyên îsraîlî hatiye belavkirin.
Ji aliyek din ve, ajansa Associated Press belavkiriye ku, ev 7 meh in ku Qasim Silêmanî praniya wextê xwe li Iraqê derbas kiriye “Serpereştî û fermandarî û alîkariya grûpên Şîe yên çekdarî dike.”
Berpirsên iraní jî her êrîşekê li ser bajarê Necef, Kerbelaa, Samira û Kazimiye wek hêla sor didin zanîn.
Basnews
