• Monday, 16 February 2026
logo

Şerê YPGê û hêzên rejîmê li Hesekê berdewam e

Gulan Media January 17, 2015 Nûçe
Şerê YPGê û hêzên rejîmê li Hesekê berdewam e

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şer di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên rejîmê û çekdarê alîgirên wê de derket.

Li gor ku hatiye belavkirin, derengî şeva borî, hêzên rejîma Sûriyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê êrîşek birine ser baregeha Agirkujê li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê, heta niha jî şer û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û şervanên YPGê de berdewamin.

Çavkaniyeke taybet ji bajarê Hesekê ji BasNewsê re ragihand ku, hêzên rejîmê bi çekên giran êrîş dikin, lê heta niha şervanên YPGê rêgiriyê li pêşdeçûna wan dikin.

Li gor çavkaniya BasNewsê, hêzên rejîma Sûriyê ji girê Kewkeb baregeha Agirkujê topbaran dikin, lê heta niha ti aliyekî fermî ev yek ji me re piştrsat nekiriye.

basnews
Top