• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka piştgiriya hewlên Rûsyayê dike

Gulan Media January 16, 2015 Nûçe
Amerîka piştgiriya hewlên Rûsyayê dike

Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand ku welatê wî piştgiriya hewlên Rûsyayê dike ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di hevdîtinekê de ligel Şandeyê Navdewletî yê Taybet li Sûriyê Staffan de Mistura ragihand ku, Staffan de Mistura beşdarî erkên aloz lê geke girîng dike ji bo pêşxistina proseya aştiyê li Sûriyê.

John Kerry piştgiriya welatê xwe bo hewlên Rûsyayê ji bo pêkanîna hevdîtinekê di navbera rejîm û mixalefeta Sûriyê de ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza wî welatî re û got: “Em hêvî dikin ku hewlên Rûsya bi fêde bin û hêvî dixwazin ku hewlên Neteweyên Yekbûyî bi serpereştiya De Mistura bibandor bin.”

Rûsya vexwenidn şandiye rejîma Sûriyê û hejmareke kesayetî di nava mixalefeta Sûriyê de, da rojên 26–29 li paytexta Rûsya, Moskoyê li ser yek maseyê rûnin.

Ev vexwendina Rûsyayê ji aliyê Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê ve hat red kirin, herwiha her hewlek ji bo rûniştinê ligel rejîmê red kir, eger mebest jê ne radestkirina desthilatê be.

Ji aliyê xwe ve, baskê din ê mixalefeta Sûriyê, Desteya Hevahengiya Niştimanî, ku bi navê mixalefeta hundir tê naskirin, heta niha hewlesta xwe ji vexwendina Rûsyayê yek alî nekiriye.

Lê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrorv hişyaryeke tund da aliyên mixalefeta Sûriyê û got: “Eger di hevdîtina Moskoyê de amade nebin, dê pêgeha xwe di tevaya prsoeya danûstandinan de ji dest bixe.”

Basnews
Top