Teror gihîşt welatê Beljîkayê
Dozgeriya Giştî ya Beljîkayê diyar kir ku rewşa amadebaşî û alarmê piştî operasyona girtina herdu tometbaran, li hin navçeyên hat bilindkirin.
Dozgeriyê bal kişand ku herdu kesên ku hatine girtin tevlî şerê li Sûriyê bûbûn û piştre vegeriyan Beljîka.
Li gor daxuyaniya Dozgeriya Giştî ya Beljîkayê, hêzên polîs 10 operasyonên din li çend navçeyên li ser sînorê Almanyayê li dijî radîkalan pêk anîne.
Dozgeriya Giştî aşkere kir ku kesekî din di operasyonan de hatiye girtin.
Rudaw
