Parlamenterkî Başûr: Gellek karmend hene du-sê mûçeyan distînin!”
Parlamenterê kurd Elî Heme Salih ji Rûdawê re got, hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, 682 karmendên me hene lê piştî ku ez li dû çûm derket holê ku ew agahî û amarên hikûmetê xelet in.
Ji bo nîşandana rastiya îdiayên xwe jî Salih da zanîn ku di bûdceya sala 2013an a Herêma Kurdistanê de Wezareta Darayî ragihandibû ku 31 hezar û 5 karmendên wê hene lê piştî lêkolînê eşkere bû ku tenê 15 hezar û 862 karmendên wê hene!
Li gorî wî parlamenterî, hezar karmendên Wezareta Bazirganiyê zêde hatine nivîsandin her wiha hejmara karmendên wezaretên din ên hikûmetê jî zêde hatine nivîsandin û hinek karmend du-sê mûçeyan distînin.
Elî Heme Salih anî ziman ku eger ew gendelî û karmendên “zêde” nemîne wê çaxê kirîza bûdce û dayîna mûçe jî tê çareserkirin.
Rudaw
