• Monday, 16 February 2026
logo

PDK–S: Asayişa PYDê bi guleyan êrîşî 2 serkirdeyên me kirin

Gulan Media January 15, 2015 Nûçe
PDK–S: Asayişa PYDê bi guleyan êrîşî 2 serkirdeyên me kirin

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, hêzên asayişê bi guleyan êrîşî du serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistanê–Sûriyê (PDK–S), lê ti ziyan negehiştiye her du serkirdeyan.

Li gro daxuyaniyekê ku ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya Rêxistina Hesekê ya PDK–S hatiye belavkirin, “Duh, 14ê Çile, demjimêr 18:10 dema ku her yek ji Endamê Polîtbîroya PDK–S Beşar Emîn û Endamê Encûmena Navendî ya PDK–S Ebdulrehman Ebtan vedigeriyan mala xwe, li nêzîk taxa Ezîziye û Muftî rasî guleyên asayişa PYDê hatin.”

Di daxuyaniyê de hatiye ku ti ziyan negehişiye Beşar Emîn û Ebdulrehman Ebtan lê guleyeke li otombîla wan ketiye.

Ofîsa Ragihandinê ya Rêxistina Hesekê ya PDK–S aşkere dike ku bersiva asayişê li ser wê bûyerê ew bû ku “Ew endamê asayişê baş nehatibû perwerdekirin.”

Basnews
Top