‘10 hezar tirk tevlî DAIŞ û el-Nusra bûn’
Atilla Kart ji Rûdawê re ragihand ku 2 mehên dawî li gorî berê sînor zêdetir tê kontrol kirin û got: “Lê dîsa jî li ser sînor re derbasî didome. Ji xeynî derbasbûnen bi serê xwe, derbasbûna malbatan jî zêde dibe. Jîn û zarok bi hev re diçin. Her çiqasî tevlibûna DAIŞê çêbibe jî lê piranî ya El Nusrayê çêdibe. Piranî jî li ser Dîlok, Hatay û Kilisê re derbas dibin.”
Kart diyar kir ku tebaxa sala borî dema wî anîbû ziman, ji Tirkiyeyê 3 hezar kes ji bo şerî bikin derbasî Sûriyê bûne ew gotina wî bibû sedema bizavan. Kart wiha got: “Ez li gorî pîvanan dibêjim ew rêje niha gihîştiyê 10 hezaran. Bila em vê rastiyê bibînin.”
Kart bal kişand ser wê yekê ku kesên ku li Sûriyê perwerdeyê terorî bûne û ji wê derê bên Tirkiyeyê û ligel alîgiran pêwendiyan çêbikin, ew yek metirsiyekê mezin ê û divê hikûmeta pêşiya vê bigire.
Parlamenterê CHPê Kart da zanîn ku zilamek jîna wî tevlî DAIŞê bûyî çûye cem wî û di derbarê wê yekê de wiha got:
“Li bajarek rojhilat (Bakurê Kurdistanê) jina kesekî ku erkdarê ewleyê ye, dema kû mere wê ne li malê ligel du zarokên xwe ji malê diçe. Ev jin ligel zarokên xwe ku yek 2 salî yek jî 4 salî ye bi otobûsê diçe navçeya Seragolan a girêdayi Semsûrê. Bavê wê hêj li Dîlokê û li bendeyê ku aahiyek ji keça xwe bibîhise. Wan tekez kiriye ku û ew çûye Raqayê. Min Serokwezîr ji vê agahdar kir. Berpise ewleya zarokan dewlet e.”
Atilla Kart daxuyandin ku rêxistinên wekî DAIŞê û El Nusrayê malaperên civakî gelek baş kar tînin û divê lêkolînê li ser kesên ku tevlî dibin bê kirin.
Kart got gef li wî tên warin li dîsa jî ewê erka xwe bidomine.
Rudaw
