• Monday, 16 February 2026
logo

Fraksiyona PDKê daxwaza vekirina nivîsîngeha parlemana Kurdistanê li Şingalê kir

Gulan Media January 14, 2015 Nûçe
Fraksiyona PDKê daxwaza vekirina nivîsîngeha parlemana Kurdistanê li Şingalê kir
Fraksiyona PDK di parlemana Kurdistanê de daxwaznameyek pêşkêşî serokatiya parlemanê kiriye û tê de daxwaz kiriye ku nivîsîngeha parlemana Kurdistanê li Şingalê bihê vekirin.


Di daxwaznameya fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) de hatiye xuyakirin: ´´ji ber gihandina dengê sitemdîde ya Şingal û derdora wê bi parlemana Kurdistanê û dûriya evê deverê û herwiha giringiya vê ji aliyê stratejîk ve, ew daxawz dikin ku nivîsîngeha parlemana Kurdistanê li Şingalê bihê vekirin.´´

Omêd Xoşnaw serokê fraksiyona PDKê di parlemana Kurdistanê de jî li ser malpera facebook a xwe ew yek piştrast kiriye.

Top