Siudiye konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike
Di civînekê de şandeya mêvan got ku, bi fermana şahê Siudiyê ew dê konsulxaneya xwe ya giştî li Hewlêrê vekin û hêvî kir ku vekirina konsulxaneyê bibe hokarê zêdetir pêşbeçûna têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Siudiyê di hemû waran de û bi taybetî bibe rêxweşker ji bo wan yên dixwazin ji bo edakirina Hec û Umre serdana Siudiyê dikin.
Şandeya mêvan got ku, weke qonaxa yekem, ew dê digel aliyên peywendîdarên herêma Kurdistanê cîyekî minasib ji bo avahiya konsulxaneyê diyar bikin û paşî dê avahiyek taybet ji bo konsulxaneyê ava bikin. Vekirina konsulxaneya Siudiyê dê bikeve piştî destbikarbûna sefîrê wî welatî li Bexdayê ku, tê çaverêkirin di demek nêzîk de dest bi karê xwe bike.
Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember biryara Siudiyê ya vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê diyar kir û hêvî kir ku, destbikarbûna sefîrê Siudiyê li Bexdayê û vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê bibin sedemê normalbûn û pêşveçûna têkeliyên navbera Îraq , Siudiyê û herêma Kurdistanê û herwesa bibe hokarê hatine sermaye û kompaniyên siudî bo herêma Kurdistanê.
