• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li emîdarê Rêxistina Alîkariyên Îslamî kir

Gulan Media January 14, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li emîdarê Rêxistina Alîkariyên Îslamî kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistan, roja 14.02.2015ê li bajarê Hewlêrê digel Eyad Emîn Medenî emîndarê giştiyê Rêxistina Alîkariyên Îslamî û şandeya pê rek u ji himarke berpirsên balayên wê rêxistinê pêkhatibû, civiya û di civînê de serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa kurd û pirsa kurdî li Îraqê û dewletên cîran kir.

Barzanî got ku, li gor siyaseta herêma Kurdistanê divê pirsa kurdî li her parçeyeke Kurdistanê li gor taybetmendiyên wê di çarçoveya tixûbên wî welatî de bi awayekî aşitî bê çareser kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê behsa rola herêma Kurdistanê di avakirin û binyatdanan Îraq nû de kir û got ku, piştî serhildana sala 1991ê ya gelê Kurdistanê, kurd bi xwesteka xwe çûn Bexdayê daku di binyatdanan Îraqa nû de beşdariyê bikin, lê mixabin ew Îraqa mafên hemû pêkhateyan tê de parastî be çênebû. Lê tevî vê hemûyê jî herêma Kurdistanê beşdarî di hikûmeta nû ya Îraqê de kir daku, ji bo çareserkirina pirsgirêkan şansekî bi kabîneya hikûmeta nû bide.

Li dor rewşa koçber û penaberan jî, serokwezîr got ku ji ber wê hijmara zêdeya penaber û koçberên ji Suriyê û navxweyîya Îraqê hatine herêma Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê ketiye bin barekî giran û pêwîstiya wê bi hevkariyê heye û daxwaz ji Rêxistina Alîkariyên Îslamî kir ku kanal û peywndiyên xwe bikar bîne û lobî bo herêma Kurdistanê bike û welatên komekbexiş yên îslamî teşwîq bike alîkariya herêma Kurdistan bikin.

Emîndarê giştiyê rêxistina navborî behsa dîroka damezrandin û kar û çalakiyên rêxistina xwe yên di warê însanî, kulturî, civakî û hevkariyên Rêxstina Alîkariyên Îslamî kir ku, piştî rêxistina navdewletî Neteweyên Yekgirtî, ew duyemîn mezintirîn rêxistina navdewletî ye û behsa kar û çalakiyên xêrxwazîyên rêxistinê û ew komek û alîkariyên di çarçoveya ajans û rêxistinên navdewletî û bi rêya saziyên xwe pêşkeşî lêqewmiyan dike kir.

Şandeya mêvan pêşketinên herêma Kurdistanê bilind nirxandin û hêvî kir ku, li deverên din yên Îraqê jî aşitî, aramî û ewlekarî bi cî bibe.
Top