Li Xurmatû teqînek pêkhat
Li qeza Xurmarû ya ser bi parêzgeha Selahedînê ve teqînek pêk hat di encam de jî ziyanên madî û mirovî ketin.
Li gor zanyariyên BasNewsê, îro 14ê Çile demjimêr 10:00 ê sibehê teqînek li beramber avahiya qayimqamiya qeza Xurmatû pêkhat, di encam de du welatiyên ereb birîndar bûn.
Teqîn bi rêya otombîleke bombekirî bû, ziyaneke mezin jî gihaye avahiyên derdora cihê teqînê.
Piştî teqînê, hêzên polîs ew cih dorpêç kirin.
