• Monday, 16 February 2026
logo

Operasyonên Fransa li Iraqê berdewam dibin

Gulan Media January 14, 2015 Nûçe
Operasyonên Fransa li Iraqê berdewam dibin
Parlamentoya Fransayê dema beşdariya artêşa welatê xwe di operasyonên asmanî li dijî rêxistina DAIŞê li Iraqê de, dirêj kir.

Piştî êrişên dawî li dijî paytexta Fransayê, Parîsê, duhî parlamentoya wî welatî dema beşdariya artêşê di operasyonên li dijî rêxistina DAIŞê li Iraqê de, dirêj kir.


Biryara parlamentoyê bi razîbûna 488 parlamenteran hat pesendkirin û bi tenê parlamenterekî ku gotibû rewş li ser erdê baş bûye û bombebarana zêdetir wê tundiyeke zêdetir li pey xwe bîne, ew biryar red kir. Hewrwiha 13 parlamenteran deng nedan.


Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls berî proseya dengana li ser wê biryarê, ji parlamenteran re got: “Fransa şerekî li dijî terorê dike, lê tekez kir ku Fransa ne di şerekî de ye li dijî Îslam û misilmanan.”


Dirêjkirina beşdariya Fransa di operasyonên li dijî DAIŞê de piştî wê yekê hat ku Parîs di heftiya borî de rastî êrişên çekdarî hat ku di encam 17 kes û 3 çekdarên ku ew êriş pêkanîbûn, hatin kuştin.

Rudaw
Top