Dema ku kurdî axaft bi beştan lê dan
Cemal Şen ji Rûdawê re ragihand ku wî ji beriya derbeya 12ê Îlona 1980an di nav rêxistinên kurdî de siyaset dikir lê niha CHP ji bo xwe baştir dibine.
Şen anî ziman ku CHP ji hemû partiyan zêdetir nêzîkî çareseriya pirsgirêka kurdan e û got: “CHP ji beriya hemiyan raporek li ser kurdan amade kir. Jixwe Kemal Kiliçdaroglu dê hêş pêştir bibe.”
Şen di derbarê îşkenceyên li Girtîgeha Amedê hatin serî de wî wiha got:
“Ez li Girtîgeha Amedê mam. Gellek tişt hatin serê min jî. Her roj em dikuştin û sibe em dîsa sax dibin. Behsa zilm û îşkenceyên Hitler û Mussolinî tên kirin lê min di dîrokê de ne zilmek û îşkenceyek wîsa ne dît ne jî bihistiye.
Şen got ku ji ber ku bavê wî tirkî nedizanî wî jê re name rêdikir daku neyê serdan wî lê dîsa jî bavê çûbû serdan.
Şen wiha domand: “Bavê min peyvek tirkî jî nizanibû. Hat û li min nêrî û min ji bî îşaretan jê re got kurdî ne axive. Lê dê çawa biaxaftiya. Bi kurdî ji min re got ku ‘Kure min tu meraq neke ezê hemû tiştê me bifirişim û te ji vê derê xilas bikim.’ Piştrê jî leşkeran bi dar û beştan li bavê min da nku 75-80ê salî bû. Paşê jî ket erde û çavên wî wisa man vekirî.”
Şen diyar kir em ji hemû kesan zêdetir diwaze astengiyên li ser kurdî rabin û wiha got: “Ez dixwazim perwerdeya kurdî serbest bibe ji ber ku min ji hemê kesan zêdetir êşa wê kêşandiye.”
Rudaw
