• Monday, 16 February 2026
logo

Kobanê: Ji rizgariyê re 4 tax man

Gulan Media January 13, 2015 Nûçe
Kobanê: Ji rizgariyê re 4 tax man
Kobanê ya ku ji 15 îlonê ve di bin dorpêça DAIŞ’ê de bû roj bi roj ji destên DAIŞ’ê tê derxistin û şer jî bi dawî dibe. Hêzên kurd di şerê zêdeyî 120 rojan de tax û kuçeyên bajêr bi destxistin. Li gor agahiyên ku ji herêmê hatine stendin DAIŞ niha tenê li taxên başûr ên bajêr maye.

Ji 13 taxên Kobanê 9 tax hatine rizgarkirin û ji bo rizgarkirina 4 taxan jî şer berdewam dike. Her wiha hat ragihandin ku ji ber şertên zivistanê rewşa şêniyên Kobanê jî di nebaşiyê de ye. Hêzên kurd ku di çar mehin li Kobanê li hember DAIŞ’ê şer dikin jî roj bi roj tax û kuçeyên bajêr ji destê wan derdixin. Li hemberî êrîşên bi çekên giran û êrîşên xwekujiyê yên DAIŞ’ê hêzên YPG’ê şerên kolanan dike û hêzên Pêşmerge jî bi topên hawênan û fûzeyên Katuyşa û Gradî bersivê dide. Li Rojava ji bilî Kobanê li Efrînê rewş aram e lê li Kantona Cizîrê car caran di navbera YPG’ê û DAIŞ’ê de pevçûn rû didin.

Ji nûve înşakirina Kobanê nêzîk e

Di van hefteyên borî de cihên stratejîk ên weke Miştenûr û Mekteba Reş, herêma avahiya şaredariya bajêr ji destê dijmin hatibûn derxistin. Hat ragihandin ku niha tenê sê tax di destê rêxstina terorê ya bi navê DAIŞ’ê de maye. Li bajêr êrîşên hevpar ê Hêzên YPG’ê û Hêzên Pêşmerge û bombarana balafirên navdewletî berdewam dike. Li bajêr berxwedana hêzên kurd berdewam dike û rêveberiya Kobanê jî bangawaziya jinûve înşakirina bajêr dide.

Çavê xelkê Kobanê li roja vegerê ye

Herwiha 200 hezar xelkê Kobanê yên niha li Pirsûsa Rihayê penaber in xwe bo vegera Kobanê amade dikin û çavê wan li roja vegerê ye. Xelkên Kobanê yên di kapman de dimînin tînin ziman ku mercên kapmpan nebaş in û ew dixwazin vegerin bajarên xwe. Xelkên Kobanê yên di bin şertên zor ê zivistanê di bin berf û baranê de ne radigîhînin ku agahiyên ji eniyên şer tên wan bextewar dikin û ew bi pêşketinên hêzên kurd ê li eniyên şer bihêvî dibin. Xelkên Kobanê yên niha li kampan penaberin.”

Enwer Mislim: Zivistan tesîrê li me nake emê bi serkevin!

Enwer Mislim Hevserokê Kantona Kobanê di derbarê rewşa dawî ya li Kobanê de ji Basnûçe’yê re axivî. Mislim di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku tesîra serma û zivistanê li ser wan çênabe û ewê li hember dijmin bi serkevin. Mislim şerê berdewam ê Kobanç-ê jî bi bîr xist û eşkere kir ku digel têkçûnan jî DAIŞ dev ji plana dagirkirina Kobanê bernade û ji bo vê yekê li piştgiriyê distîne û şer berdewam dike. Mislim bal kişand ser têkçûna rêxistina terorê ya DAIŞ’ê ya li başûr û rojhilatê başûrê bajêr û wisa berdewam kir: “ Li rojhilat û başûrê rojhilatê bajêr nikarin xwe li hember berxwedana hêzên kurd bigrin. Li hin dever û herêmên ji destê wan hatine derxistin de pevçûn bi awayekî tûnd berdewam dikin. Hêzên kurd li eniyan pêş de diçin. Ji paqijkirina DAIŞ’ê ya li nava bajêr re tişt nemaye.” Mislim her wiha anî ziman ku li Kobanê 13 tax hene û ji wan taxan 9 jê ji hêla hêzên kurd hatine rizgarkirin û hêzên kurd hewl didin da ku 4 taxên din ê bajêr jî ji destê DAIŞ’ê derxînin û bajêr rizgar bikin.

Bangwaziya alîkariyê

Muslim li ser rewşa sivîlên Kobanê jî rawestiya û ragihand ku şertên zor ê ziviztanê rewşa xelkên Kobanê dixe metirsiye û wan perîşan dike. Muslim rewşa şêniyên xelkê Kobanê wiha anî ziman: “Ji ber nebûna êzing û mazotê derfetên xwe germkirinê tunene. Rewşa xelkê gellekî xirab e. Şertên zivistanê jî bi ser de hatin. Keşeya germahiyê heye. Ji ber vê yekê jî, her tim nexweşî peêk ten. Têra xelkê qût û xwazrin jî tuneye. Em wan peyda nakin. Bi taybetî jî di warê peydakirina dermanan de kêşeya me heye. Li vê derê di nigên gellek zarokan de pêlav tuneye. Rewşa sivîlên gellekî nebaş e. Lewre em dîsa dibêjin divê korîdora mirovî demîldest bê vekirin.”

Berxwedana hêzên Pêşmerge, YPG/YPJ encamê dide

Muslim bal kişand şerê hêzên kurd yê li hember DAIŞ’ê û eşkere kir ku bexwedana hevpar a hêzên Pêşmege,YPG’ê û YPJ’ê encam dane û DAIŞ têk çûye. Muslim wiha got: “DAIŞ her tim tundtir dibe û bêhtir êrîş dike. Lê berxwadana hêzên kurd ew belavkirin, piştî bi demekê em ê wan ji nav axa Kurdisatnê derxin. Di hin saetan de rewşa şer diguhere lê bi gelemperî di bin kontrola hezên kurd deye. DAIŞ bi hemû hêza xwe êrîş dike û dixwaze Kobanê bikeve. Êrîşên xwe yên xwekujiyê jî zêdetir kirin. Hemû rêbazên qirêj bikartînin. Bi êrîşên erebeyên bombekirijî dixwazin bajêr wêran bikin. Ji berk u li hember hêzên kurd têk diçin van rêbazan bikar tînin.”

Xalo: Bo pêkhatina Peymana Duhokê em li hêviya ENKS’ê ne

Hevserokê Mclîsa Kantona Cizirê, Hekîm Xalo jî li ser gengerşiyên dawî yên Peymana Duhokê jî rawestiya û eşkere kir ku wan xala yekemîn a peymanê bi cih anîne û ew ji bo pêkanîna xalên din jî li hêviya ENKS’ê ne. Xalo pêknehatin û birêveneçûna peymanê jî wisa eşkere kir: Ji ber gengeşiyên di navbera ENKS’ê de proseya Peymana Duhokê sekiniye. Di hilbijartina dawî de din av partiyên ENK’ê de keêşe û muşkile derketin. TEV-DEM eşkere dike ku eger kêşe hebin bila lijneya me hilbijartiye çareser bike. Di civîba pêk hatibû de 21 kes amade bûn lê belê 9 kes kêm bûn. Me ji xwest ku bila civînek pêk were ku hemû endam werin ew 9 kes jî werin. Di demên pêş de em ê van kêşeyan di civînên nû yê ku hemû kesî beşdariya wan bikin de çareser bikin. Bi ser de TEV- DEM pêşniyaz dike ku bila hejmara lijneyê ji 30 kesî zêdetir be û kesên nû jî bo lîjneyê bêne hilbijartin. Ji bo pêkanîna vê em gellekî dereng man. Ji bo çareseriyê divê ENKS gavan biavêje. Peymana Duhokê bo me gellekî giring e. Em li hêviya ENKS’ê ne.

Hêza Pêşmerge diguhire

Di vê navberê de bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêza Pêşmerge ku di 31’ê Catmehê de derbasî Kobanê bû jî pêywira xwe dewrî hêza nû dike. Grûba yekem di heman rojê de cîhê xwe teslîmî hêza duyem kiribû ku ew ji 155 kesan pêk dihat. Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di daxiyaniya têkildarî mijarê de da zanîn ku hêza duyem jî pêywira xwe ya mehane bi dawî kiriye û wiha domkir, “Hêza me ya Pêşmerge ku bi DAIŞ’ê re şer dike pêywira xwe bi cîh anî û hêza nû ku ji 156 kesan pêk tê amadekariyên xwe dikin. Ew yekine jî wê bi ser Tirkiye’yê re derbasî Kobanê bibe û li hemberî DAIŞ’ê, li gel YPG’ê şer bidomîne.” (BasNûçe)
Top