Nêçîrvan Barzanî: Hevkariyên Berîtanyayê gelek bisûd bûne
Serokwezîrê Kurdistanê pêwşaziya Genral Samuel Mayall kir.
Duh li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Serokwezîrê Berîtanyayê bo karûbarên asayîşa Kurdistanê jenral Samuel Mayall û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de Mayall ragehand ku mebest ji vê serdana han agehdar bûn ji pêşhatên leşkerî û rewşa meydaniya eniyên şer û herwiha pêdiviyên hêzên pêşmerge û bernameya perwerde kirina hêzên pêşmergeye yaku ji aliyê Berîtanyayê ve tê pêşkêşkirin.
Di berdewamiya hevdîtina han de Nêçîrvan Barzanî û Mayall behsa serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstên DIŞIê bi taybetî li Şengal û derdorê kirin û Mayall ev serkeftinên han bi serkeftinên mezin wesif kir û spasiya hêzên pêşmerge kir û hevxemiya xwe jî bo kesûkarên şehîdan diyar kir.
Mayall herwiha daxwaz ji wezareta pêşmerge kir daku pêdiviyên xwe yên leşkerî bike weke raportekî û radestî aliyên tikildar yên Berîtanyayê bike daku Berîtanya lêkolîn li ser wan bike û hevkariyên zêdetir pêşkêşî pêşmerge bike.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya hikûmeta Berîtanyayê kir ku hevbeşeke girîne ya hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê ye û tekez li ser vê yekê kir ku hevkariyên Berîtanyayê bo hêzên pêşmerge gelek bisûd bûne û hêvî xwest ku hevkarî û piştgîriya Berîtanyayê bo Kurdistanê bidome.
